Li navçeya Pazarcik ya Mereşê erdhejekî di tundiya 4.1’an de rû da.
Li gorî agahiyên ku Enstituya Lêkolîna Erdhej û Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê, erdheja xala wê li gundê Osmandede ya ser bi navçeya Pazarcikê di demjimêr 13.01’an de rû da. Erdhej li navend Mereş û navçeyên wê jî hate hîskirin. Li gorî agahiyên destpêkê di erdhejê de ti windahiyên can û zirarên aborî çênebûne.