Li Mêrdînê qeza: 3 mirî, 16 birîndar

Li Mêrdînê qeza: 3 mirî, 16 birîndar

Li Mêrdînê di encama li hevketina mînîbusa rêwiyan û teksiyekê, di nav de zarokê yek salî jî heyî 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 4 jê giran 16 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, qeza di demjimêrên sibehê de li nêzî Şaxa Tevgera Taybet ya Midûriyeta Polîsan kîlometreyek dûrî navend Mêrdînê rû da. Ajovanê nasnameya wî nehate zanîn ku mînîbusa rêwiyan biplaqeya 47 M 1526 di ajot hate îdîakirin ku xeta rê binpêkir û bi teksiya plaqeya 47 T 2166 ku Saadetîn Saglam di ajot serûser li hev qelibîn. Bi tundiya lihevketinê re mînîbus teqle avêt û serûbin bû. Di qezayê de ajovanê teksiyê Saadetîn Saglam, kurê wî yê yek salî Mehmet Saglam û Mehmet Batû yê 22 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Saadetîn Saglam ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da hevjîna wî Beyhan Saglam jî di nav de ji her du wesayîtan 16 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hate ragihandin ku, ji birîndaran rewşa 4 kesan girane. Cenazeyê 3 kesên di teksiyê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê yekîneyên Parastina Sivîl ve bizorê ji wesayîtê hatin derxistin. Piştî qezayê demekê rêya Mêrdîn-Mîdyatê ji trafîkê re hate girtin.