Li Mêrdînê sedan kes bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Endamên Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê bi daxwa azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Mala Artêşê heta ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê meşek li dar xist. Endamê Meclîsa BDP'ê Alî Urkut, Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Sîhem Elveren Alp, endamên MEYA DER û TUHAD DER, şaredarên navçe û bajarokan jî di nav de bi sedan kes tevlî meşê bûn.
Girseya ku pankarta "Ne tecrîd azadî, ne şer muzakere, bila tecrîd bidawî be, ji Ocalan re azadî" vekir, bê navber sloganên "Bila Girtîgeha Îmraliyê were girtin", "Bê Serok jiyan na be", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne" qîriyan. Polîs û tîmên taybet jî di dema meşê de tedbîrên berfireh girtin.
Piştî ku meş li ber girtîgehê bidawî bû, Nûnerê TUHAD-DER'ê yê Mêrdînê Cengîz Demîrkiran li vir daxuyaniyek da. Demîrkiran bibîr xist ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 2011'an heta niha dibin tecrîdê de tê girtin û diyar kir ku, wekî xizmên girtiyan ew tecrîdê şermezar dikin. Demîrkiran xwest ku, mercên azadiya Ocalan bên pêkanîn û tecrîd di zûtirin demê de bê rakirin. Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê lidarxistin.