Li Mêrdînê 2 leşker hatin kuştin

Li Mêrdînê 2 leşker hatin kuştin

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê gerîlayên HPG’ê li dijî qereqolê çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn ku gerîlayên HPG’ê roja 24’ê berfanbarê li navçeya Şemrexa Mêrdînê çalakiyek li dar xistine û derbarê çalakiyê de ev agahî da:

“Di 24 ê Kanûnê de saet di 20:15 de li navçeya Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî qaraqola Qasrokê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de avahiya qereqolê û nîzamiye û barergeha çavdêriyê çalekiyek hemwext hatiye lêdan. Di encamê ve çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, hejmara kuştî û birîndarê di nîzamiye û qereqolê de jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”