Li Meletiyê 15 kes hatin binçavkirin

Li Meletiyê 15 kes hatin binçavkirin

Tîmên taybet û polîsên sivîl serê sibê li Meletiyê di ser gelek malan de girtin. Polîs û tîmên taybet di serdegirtina malan de, xwendekar jî di nav de 15 kes binçav kirin.

Yekineyên tîmên taybet û polîsên hêzên çevîk serê sibê li Meletiye di ser gelek malan de girtin. Polîs û tîmên taybet di serdegirtina malan de, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Navçeya Navendî ya Meletiyê Zeyat Toptaş û xwendekarên zanîngehê jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. 15 kesên ku piraniya wan xwendekarin, birin Midûriyeta Polîsan ya Meletiyê. Di derbarê hinceta binçavkirina 15 kesan de agahî nehat dayîn û di derbarê dosya wan de biryara veşartinê hate dayîn.