Li Meletiyê 13 kes hatin girtin

Li Meletiyê 13 kes hatin girtin

Li Meletiyê ji 15 kesên ku roja 11'ê Çileyê hatibûn binçavkirin 13 jê hatin girtin.

Li Meletiyê di 11'ê Çileyê de polîs û tîmên taybet di ser gelek malan de girtin û di serdegirtina malan de 15 kes hatibûn binçavkirin. 15 kesên ku di nav de Serokê BDP'a Navçeya Navendî ya Meletiyê Zeyat Toptaş jî heye, jê 13 kes hatin girtin. Kesek li Midûriyeta Polîsan serbest hatin berdan û 14 kes jî sewqî dozgeriyê hatin kirin. 14 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 14 kesan kesek li dadgehê serbest hate berdan û 13 kes jî hat girtin. Serokê BDP'ê yê navçeya Navendî ya Meletiyê Zeyat Toptaş jî di nav de 13 kes hatin girtin û şandin Girtîgeha tîpa E ya Meletiyê.