Li Mahabadê hêrsa gelê Kurd herikî kolanan

Li Mahabadê jineke ciwan a Kurd ku li Otela Tara dixebitî ji bo ji tecawiza endamên rêxistina îstixbaratê ya Îranê Îtlaat xwe xelas bike ji qata 4’an a otelê xwe avêt, gelê Mahabadê otel da ber êgir.

Li Mahabadê jineke ciwan a Kurd ku li Otela Tara dixebitî ji bo ji tecawiza endamên rêxistina îstixbaratê ya Îranê Îtlaatê xwe xelas bike ji qata 4’an a otelê avêt, gelê Mahabadê otel da ber êgir. Dema derket holê ku Ferînaz Xosrowanî ji bo ji tecawizê xwe rizgar bike jiyana xwe ji dest daye hêrsa gel herikî kolanan.

Îro li gor saeta herêmî 18:00’an gel li ber Otela Tara kom bû û xwepêşandanek protestoyî li dar xist. Polîsên Îranê bi guleyên rastî û bombeyên gazê ku êrîşî xwepêşandanê kir, piştî 10 kes birîndar bûn gelê Mahabadê Otel şewitand. Di navberâ gelê xwest kesên bûn sedema mirina Xosrowanî bên dîtin û polîsan de pevçûnan rû da. Li gor agahiyên destpêkê ku hat gotin hejmara birîndaran 10 kes in, gumana birîndar zêdetir in heye.

Di tevna civakî de hat ragihandin ku Seyîd Murteza Haşîmî yê Midûrê Otelê û ji Tebrîzê ye ku gel wî ji hewldana tecawiza li hember Xosrowanî berpirsyar dibîne piştî xwepêşandanan ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.

Heta xwepêşandanên protestoyî jî rayedarên Îranê yên bêdeng bûn, piştî otel hat şewitandin daxuyanî dan. Di daxuyaniya ofîsa fermî ya Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî de hat xwestin tavilê bûyer bê zelakirin. Tê diyarkirin ku tevî bangên aramiyê yên rayedarên Îranê yên li Mahabadê jî çalakiyên li kolanan didomin.

...