Li Lînz, Hambûrg û Bernê 'Bîranîna Şehîdan'

Li bajarê Awûstûrya Lînzê, li bajarê Elmanya Hambûrgê û li bajarê Swîsre Bernê, gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Li bajarê Awûstûrya Lînzê, li bajarê Elmanya Hambûrgê û li bajarê Swîsre Bernê, gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

LÎNZ

Li bajarê Awûstûrya Lînzê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, gerîlayên HPG'ê Serhat Kizilay bi nasnav Canfeda Serhad û Yildirim Bat bi nasnav Delîl Dilovan, Cezmî Bûdak ên di 11'ê Nîsanê de j ber provokasyona artêşa Tirk a li Tendurekê jiyana xwe ji dest dan, şervana YPJ'ê Merhem Mihemed bi nasnav Agirî Yilmaz a li başûrê Kobanê di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê Denîz Dêrsim li merasîmê peyivî û got, "Em çiqasî karibin xeyalên şehîdên xwe bidin jiyîn, em ê ewqasî jî karibin dilsoziya xwe ya bi wan re nîşan bidin."

Dêrsim destnîşan kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji bo mirovan bide jiyîn ava bûye û got, "Li Agirî bi awayekî bêrehm li hemberî hevalên me provokasyoneke namerdî hat kirin." Dêrsim diyar kir ku AKP ji bo sê çar dengan bi dest bixe xwîna mirovan rijandiye û anî ziman ku divê ev rastî were dîtin. 

Piştî axaftina Dêrsim apê Canfeda Serhad Naîm Kizilay peyivî. Kizilay got, "Şehîd ne tenê şehîdê me ye, şehîdê tevahiya gelê Kurd e. Em ê heta dawiyê bi şehîdên xwe re dilsoz bin."

Metka Agirî Yilmaz a li Rjava jiyana xwe ji dest da jî got, "Gotina şehîd gotineke hêzeke mezin dide me ye. Divê Kurd hebû bibin yek. Ji bo em li xaka xwe ya azad jiyaneke azad bijîn, di vê oxirê de pêwîste em têbikoş in. Biraziya min navê Agirî li xwe kir. Piştî ez hatim, bêyî wê bibînim şehîd ket. Ez deyndarê wê me, em hemû deyndarê wan e. Ji ber vê yekê divê em hîn bêhtir têbikoş in, hîn bêhtir bixebitin ku xeyalên wan ên jiyana azad bicih bînin."

Piştî axaftinan dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin qîrîn û li girseya gel nanê xêrê hat belavkirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Elmanya Hambûrgê jî wezîfedarê Asayîşê Reşan El Ahmed ê jiyana xwe ji dest da li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de tevî birayê El Ahmed Lezgîn El Ahmed bi qasî du sed Kurdistanî amade bûn.

Lezgîn El Ahmed piştî deqeyeke rêzgirtinê peyivî û diyar kir ku birayê wî ji bo welat û rûmeta xwe jiyana xwe ji dest daye û got, "Bi birayê xwe re serbilind im."

El Ahmed got, "Her canekî dikeve nava xakê, me hîn bêhtir nêzî azadiyê dike" û destnîşan kir ku ew ê xwedî li têkoşîna cangoriyan derkevin

Nûnerê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê Yilmaz Yalçin jî da xuyakirin ku girînge malbatên cangoriyan hîn bêhtir li cangoriyan xwedî derkevin. Yalçin got, "Eger em îro bi serbilindî û rûmetdarî dijîn, ev yek bi saya şehîdên me ye."

Yalçin roja dayikan li dayikên li salonê amade, pîroz kir.

Leyla Elî jî ku birayekî xwe di parastina Kobanê de ji dest da got, "Tevî ya birayê min hemû şehadet hem me diêşîne hem jî serbilind dike."

Hevseroka Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê Leyla Kaya jî diyar kir ku berdêla bûyîna Kurdê bi rûmet giran e û destnîşan kir ku tevî her tiştî wê dayik bibin xwedî vê têkoşînê. Ozan Şemdîn jî li merasîmê amade bû û got, "Şehadet asta herî bilind e. Gelê Kurd bi şehîdên xwe re serbilind e."

Merasîma bîranînê bi belavkirina nanê xêrê bi dawî bû

LI BERNÊ BÎRANÎNA 'ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ'

Li bajarê Swîsre Bernê jî bi çalakiyekê 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bîranîn. Di bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê de tevî MLKP, PYD û SYKP'î gelek Kurdistanî amade bûn. 

Li dû deqeyeke rêzgirtinê destpêkê lis er navê Komîteya Malbatên Şehîdan Halîm Dayan li ser wate û girîngiya rojê peyivî û diyar kir ku bi saya nirxên 'Şehîdên Meha Gulanê' afirandine ew gihande van rojan. 

Piştî Dayan li ser navê MLKP, SYK, PYD û Dayikên Aştiyê axaftin hat kirin û anîn ziman ku berxwedêrên li Rojava û Çiyayên Kurdistanê hêza xwe ji cangoriyên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, werdigirin.

Piştî axaftinan ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bang li hilbijêrên li Ewropayê dijîn hat kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.

...