Li Lîceyê pevçûn

Li Lîceyê pevçûn

Li sêgoşeya Lîce, Hanê û Dara Hênê operasyonek berfireh hate destpê kir. Piştî operasyonê destpê kir, di navbera leşker û gêrîlayan de şer derket.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li sêgoşeya navçeyên Dara Hênê, Hêne û Lîceyê operasyona berfireh hate destpêkirin. Operasyon bêtir li derdorê gundê Şenlik, Ziyaret, Hambaz û Taşlikê belav bû. Gelek polîs û cendirmeyan bi 30 wesayîtên kîrpî yên zirxî tevlî operasyon bûn.

Hate zanîn ku, helîkopteran jî piştgirî da operasyonê. Welatiyan diyar kir ku, leşker û tîmên taybet herêm dan ber topan û piştî topbaranê li herêma operasyonê şerekî dijwar destpê kir. Helîkopterên ku ji 7'emin Kişlaya Denîz Galîp ya Fermandariya Baskê Artêşê rabûn û çûn herêma operasyonê û şer destpê kir.