Li Lice û Karazê leşker wesayîtan kontrol dike

Artêşa Tirk li gundê Gockar ê navçeya Amed Liceyê û li gundên Dêrunê û Ratûrayn ên Karazê digere, wesayîtan disekinîne û kontrolê dike.

Artêşa Tirk li gundê Gockar ê navçeya Amed Liceyê û li gundên Dêrunê û Ratûrayn ên Karazê digere, wesayîtan disekinîne û kontrolê dike.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku tîmên taybet ên artêşa Tirk di 3'ê Hezîranê de bi 20 maşînên zirxî û 4 otobusan li ser rêya Karazê kontrola rê û nasnameyan kirine. 

Çavkaniyan diyar kirin ku yekîneyeke kontra ya 3 kesan jî di heman rojê de li gundê Gockar ê Liceyê û gundên Dêrunê û Ratûrayn ên Karazê geriya ye, wesayît sekinandiye û kontrol kiriye.

Hat ragihandin ku yekîneyeke din a kontra ya ji 4 kesan, duh li ser rêya navenda Pasûrê gel şopandiye û li ser navê gerîlayên HPG'ê pere ji gel stendiye.