Hate ragihandin ku, gêrîlayên HPG’ê li dijî Qereqola Cendirmeyan ya Tepe çalakî pêkanî û herî kêm leşkerek birîndar bû.
Li gorî agahiyan, di demjimêrên şevê de komek ya gêrîlayên HPG’ê bi wesayîtekê hatin nêzî qereqola cendirmeyan. Piştre gêrîlayan bi roket û çekên lûle dirêj êrîşî qereqolê kirin, wesayît jî dema leşker nêzbûn teqandin.
Li gorî çavkaniyên Tirk di bûyerê de leşkerek birîndar bûye. Di encama êrîşa li ser qereqolê de di derbarê mirî û birîndaran de agahî nehate girtin.