Artêşa Tirk il sêgoşeya Lîce, Hênê û Dara Hênê operasyonekî berfireh da destpêkirin. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, artêşa Tirk li herêmên navçeyên Lîcê û Hênê yên Amedê û li bejahiya mezrayên Xirabê Çepenî û Ximbat û gundên Çemê Êlika ya navçeya Dara Hênê yên Çewlikê operasyonekî berfireh da destpêkirin. Operasyona berfireh ya di demjimêr 11.00’an de destpêkir, li bejahî û hewayê didome.