Li Licê di encama bomberdûmana helîkopteran de şewat derket
Di encama bomberdûmana helîkopterên de ku li bejahiya herêma Cûmarê ya ku li devera gudikê Kabakaya ya li navçeya Licê ya Amedê ku qedexeya kolanan hatibû kirin, şewat derket.
Di encama bomberdûmana helîkopterên de ku li bejahiya herêma Cûmarê ya ku li devera gudikê Kabakaya ya li navçeya Licê ya Amedê ku qedexeya kolanan hatibû kirin, şewat derket.
Operasyona leşkerî ya ku piştî “Qedexeya kolana” a duh ji aliyê Walîtiya Amedê ku li 14 gundên girêdayî navçeyên Hezro û Karaz ên Licê hate îlankirin û şûn de hatî destpêkirin dewam dike. Di çarçoveya operasyona hatî destpêkirin de helîkopteran bejahiya herêma Cûmarê ya li gundikê Kabakaya ya Licê bombe kirin.
Di encama bomberdûmanê de li herêmê şewat derket. Hate diyarkirin ku bax û zeviyên gundiyên li herêmê dijîn şewitîne.
Ji ber tevgera pêgerên bê mirov û helîkopteran a li herêmê ji ber sedamê dem bi dem qûtkirina torên internet û GSM’ê yên ji danê sibehê ve têkilî bi welatiyên gund re nayên dayîn û ji bo peywendî bi wan re bên danîn zorî tên kişandin.