Li Kurdistanê bi hezaran rê hatin girtin

Li Kurdistanê bi hezaran rê hatin girtin

Li herêma Serhedê ji ber berfa 2 rojin dibare jiyanê neyînî bi bandor dike. Li Agirê rê ji trafîkê hatin girtin li Erzirom, Mûş, Qers û Bedlîsê, û Colemêrgê jî dibistan 2 rojan ji perwerdehiyê re hatin girtin.

Li Colemêrgê berfa du roje dibare jiyanê neyînî bi bandor dike. Li navçeyên Gever û Çelê ji ber barîna berfê dibistan 2 rojan navber dan perwerdehiyê. Riya 89 gund û 375 gundikan jî hate girtin.

Li Agiriyê jî berf bi bandor dibe. Riya di navbera Zedkan û Xoresanê de ji ber berfa zêde hate girtin. 10 wesayîtên tevî wesayîta Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û Endama Meclîsa Şaredariyê Nazan Bala Sogut jî asê man. Welatî nêzî saetekê di rê de man. Welatiyan diyar kir ku ew li cendirme, servîsa lezgînî ya 122 û qereqolan geriyan lê rayedar bi xemsarî tevgeriyan.

Riya di navbera Erzirom-Çewlîk û Erzirom-Mûş ji ber berfê ji trafîkê hate girtin. Li Erziromê riya 633 gund û 100 mezrayan hate girtin. Li tevahiya bajar dibistan rojekê hatin betalkirin. Yekîneyên Trafîkê yên Herêmê wesayîtên ji herêma Yildizkentê ya Erziromê ber bi Çewlîkê ve diçin tên astengkirin û destûra wan nayê dayîn. Wesayîtên ji navçeya Xinês ber bi Mûşê ve jî diçin tên sekinandin. Riya di navbera Erzirom û Artvînê de jî li herêmê Guzelyayla hate girtin. Riyên Gogsî-Xinûs, Xinûs-Çobandede, Ezrizom-Gogsî û Gogsî-Goksu jî hatin girtin.

Li Mûşê ji barîna berfê bi bandor bû. Ji ber barîna berfê ya zêde li navenda bajar rojek li navçeya Gimgim û gundên wê 2 rojan dibistan hatin girtin.

Li Qersê jî ji ber berfa zêde dibaren dibistan 2 rojan hatin girtin û ji karmendên astengdar û jinên ducanî re jî destûr hate dayîn.

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji ji ber berfê 2 rojan dibistan hatin girtin. Li naveda Bedlîsê û navçeyan jî berf jiyanê neyînî bi bandor dike.