Li Kopê tîmên taybet gule reşandin Kurdan

Li Kopê tîmên taybet gule reşandin Kurdan

Li navçeya Kopê ya Mûşê polîsên tîmên taybet ket nava esnafên BDP'ê û alozî derxist. Tîmê taybet neheqî û çêr li gelê Kurd û BDP’iyan kir. Li ser vê yekê esnafan bertekên xwe anîn ziman û polîs şermezar kirin. Polîsên tîmên taybet ku ji nava bûyerê derketin bi çekan li ser Kurdistaniyan gule reşandin.

Li kolana Malazgirtê ya Navçeya Kopê ya Mûşê 2 tîmên taybet hatin cem esnafê BDP'yî Abdurrahim Çil û neheqî û çêr li gelê Kurd û esnafan kir. Polîsên tîmên taybet ku bi çekên lûledirêj ketin nava esnafan, ji ber ku neheqî li kurdan kirin, esnaf li ser serê wan kom bûn û ew şermezar kirin.

Li ser vê yekê polîsên ku ji nava girsê xwe xilas kirin û gule li Kurdan barandin. Esnaf Abdurrahim Çîl diyar kir ku, polîsên ji nava girseyê reviyan pişt re gule barandin ser girseyê. Çîl ani ziman ku, polîsên hatin ber deriyê wî berê çekan dan wî û gef li wî xwarin. Çîl da zanin ku, piştî esnafan bûyer bihîst û bi gaziya wî hatin polîs ji nava girseyê reviyan û bi erebeyên xwe dûr ketin.

‘ÇÊR JI GELÊ KURD Û KOPÊ RE GOTIN’

Çîl da zanîn ku, polîsên hatin dikanê wekî muşteriyekî hurmet nîşanî wî da û çay îkramî wî kir û wiha got: "Lê li gel vê hurmeta ku me da wî, polîs neheqî li gelê Kurd û Kopê kir. Çêr li gelê Kurd û Kopê kir. Piştî min bertek nîşanî wî da, çek li min kişand û 3 gule berdan. Lê baş bû guleyê wî li min neketin."

Esnafê bi navê Nesim Çelîk jî bertek nîşanî bûyerê da û wiha got: "Dema em derketin derve polîsan çêrên nexweş dikir. Li gelê Kopê, gelê Kurd û BDP'iyan neheqiyên giran dikir. Pişt re bi keleşnîkofan gule barandin ser me. Ji bo alozî û tevlîheviyê bike bi zanebûn ew şandibûn vir. Em dixwazin bûyerên bi vî rengî bi dawî bibin û gelê me li hemberî van pêkanînan hişyar bin."