Li bajarê Kobanê navenda Partiya Yeketiya Demokrat ya Kurd li Sûryeyê (Elwehdê) dibe navenda perwerdeya zimanê Kurdî.
Li bajarê Kobanê Partiya Yeketiya Demokratîk ya Kurd li Sûryeyê (Elwehdê) di navenda xwe de odeyek ji bo perwerdeya zimanê Kurdî veqetand.
Di derbarê dewreyên perwerdeyê de Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Elwehdê Muslim Şêx Hesen diyar kir ku, wan bi alîkariya saziya perwerde û parastina zimanê Kurdî dest bi perwerdeya ziman kirine û odeyek navenda xwe kirine cihê perwerdeya zimanê Kurdî. Ciwanên ku bi salane zimanê wan qedexe bûye li wir xwe fêrî ziman dikin.
Endamê komîteya Parastin û perwerdeya zimanê kurdî Arif Hecî da zanîn ku, ew li ser bingeha 3 pirtûkên ziman yên abc ya kurdî didin şagirtan. Her wiha Hecî diyar kir ku, saziya wan di sala 2006’an de li Helebê hate damezirandin piştre li bajarên Rojavayê Kurdistanê belav bûn. Şagirtên zimanê Kurdî Fatma Hecî û Narîn Ebdela diyarkirin ku, ew niha dikarin bi zimanê kurdî bixwînin.