Li Kobanê û Cizîrê bi dehan çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, der barê berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê ya li Cizîr û Kobanê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bi dehan çete hatine kuştin, gelek çek bû cebilxane hatine desteserkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, der barê berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê ya li Cizîr û Kobanê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bi dehan çete hatine kuştin, gelek çek bû cebilxane hatine desteserkirin.

Daxuyaniya navendê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 32. de bi serketî berdewam dike.

Hêzên me ji aliyekî ve di çerçoveya qonaxa duyemîn a pêngava me de pêşveçûna xwe ya ber bi bajaroka Silûk berdewam dike, lê milê din de jî li hember êrîşên çeteyan ên li ser navenda bajarê Hesekê berxwedanekî bêhempa raber dikin.

Hêzên me şevê din li qadên dikeve 14 km rojhilat û bakurrojhilatê bajaroka Silûk de operasyonek nû lidar xistin. Di encama vê operasyone de hêzên me gundên Sara, Bîr Asî, Mihêsin, Keysum, Reqebe, 4 gundik û girekî stratejîk ji çeteyan paqijkirin.

Di pevçûnên li van qadan de bi dehan endamê çeteyan hatin kuştin. Hêzên me tevî 4 termên çeteyan dest danîn li ser 7 kleş, 1 BKC, 2.000 fîşekên BKC, 3 guleyên roketavêja B7 û gelek amûrên leşkerî yên çeteyan.

5 rêhevalên me yên ku bi tevlîbûnên xwe yên peşeng û bi werekiya xwe di pêşketina operasyonê de rolek girîng dilîstin gihîştin şehadetê.

Hêzên me îro jî operasyonên xwe li heman herême berdewam kirin û di seatên nîvro de gundê Camus ê ku dikeve 13 km rojhilatê Silûk ji çeteyan rizgarkirin. Li vî gundî bi qasî hat zelalkirin 7 endamê çeteyan hatin kuştin û 2 termên çeteyan ketin destê hêzên me.

Çeteyan şeva derbasbûyî li hember hin nuqteyên stratejîk ên ku diket milê rojhilat a çiyayê Kezwanê êrîşekî berfireh lidar xistibûn û hêzên me ev êrîş vala derxistibû. Şevê din çeteyan li heman herême êrîşekî nû lidar xistin. Çeteyan giredayî êrîşên xwe ya li ser navenda bajarê Hesekê, pirr hewldan ku ev qada ku dikeve başûrrojavayê bajêr bistînin lê ev êrîşê wan jî hat pûçkirin. 2 êrîşên çeteyan a ser hev du yên bi piştgiriye çekên giran û bi hêzên teqwiye ku ji Şeddadê û Reqqa anîbûn lidarxistin ji aliye hêzên me ve hatine şikandin.

Di van pevçûnan de bi dehan endamê çeteyan hatin kuştin û 2 maşîneya leşkerî yên çeteyan jî hatin derbkirin.

BERXWEDANA KOBANÊ

Berxwedana bi armanca rêxistina terorî ya DAIŞ'ê ji Kobanê bi temamî bê qewirandin tên meşandin, di roja xwe ya 265. de berdewam dike.

Duh danê sibehê hêzên me li başûrrojhilatê Kobanê operasyonek nû lidarxistin. Operasyona ku bi armanca rizgarkirina gundên Çortenekê Mezin û Bîrevdê yên di bin dagirkeriye çeteyan de bûn bi awayekî serketî bi encam bû. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyone de nehatiye zelal kirin. Hêzên me di çerçoveya xebatên lêgerîne di van gundên hatin rizgarkirin de doçkayeke 12,5mm û 100 fîşekên vê çekê bi dest xistin.

Komên çeteyan li hember gundên Cirin û Korik ên li rojhilatê Kobanê êrîşek lidarxistin. Êrîşê çeteyan a gundê Korik hat şikandin û çete neçar man ji qadê birevin. Li vê qadê bi qasî hatiye zelalkirin 7 endamê çeteyan hatin kuştin. Hêzên me tevî 5 termên çeteyan dest danîn li ser 5 kleş, 500 fîşekên kleş, 1 BKC, 10.000 fîşekên BKC, 1 lûleya BKC, 1 roketavêja B7, 6 guleyên roketavêja B7, 1 debance û hejmarek zêde amûrên leşkerî bi dest xistin. 

Li başûre Kobanê, li gundên Ernê û Kirat, dîsa li qadên Girê Hecî, Girê Reş û Girê Dîcle di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûnan qewimîn. Pevçûnên piştî êrîşên çeteyan destpêkir hîn jî bi cih cih berdewam dike.

Di pevçûnên 24 seatên dawî de 6 rêhevalên me yên ku bi wêrekî û fedakariyek mezin şer dikirin gihîştin şehadetê."