Li Kobanê pêngavek din ber bi xweseriyê ve

Li Kobanê pêngavek din ber bi xweseriyê ve

Piştî damezirandina Desteya Bilind a Kurd, li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, di serî de komîteyên ewlekariyê, hemû komîteyên xebatê di bin banê Desteya Bilind de bûne yek.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku di çarçoveya xebatên yekîtiya kurdan de Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumenî Niştimaniya Kurd li Suriye (ENKS) Desteya Kurd a Bilind damezirand, hemû xebat di bin banê desteyê de dibin yek. Li bajarê Kobanê jî, di çarçoveya biryarên Desteya Bilind de, hemû xebatên tên meşandin di bin banê Desteya Bilind a Kurd de bûn yek.

Li bajêr di serî de komîteyên ewlekariyê, hemû komîteyên wekî civakî, aborî û siyasî bûne yek. Di vê çarçoveyê de li Navenda Asayîşa Bajêr û hemû noqteyên ewlekariyê alên Desteya Bilind bi beşdariya gel hatin daliqandin. Her wiha komiteyên ewlekariyê yên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û ENKS'yê bûn yek û Komiteya Ewlekariya Bajêr hate avakirin.

Di nava wan de nûner û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî jî heyîn, bi sedan kesên tevlî merasîmên daliqandina ala Desteya Bilind bûn, keyfxweşiya xwe anîn ziman. Girseya gel her wiha noqteyên ewlekariyê ziyaret kirin û sloganên "Bijî yekîtiya kurd" berz kirin.

'DIVÊ EM HEMÛ TEDBÎRÊN XWE BIGIRIN

Têkildarî xebatên tên meşandin Endamê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Enwer Mislum, nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku ev gava yekîtiyê di necama keda herdu meclîsan de hatiye avêtin. Mislum, destnîşan kir ku Desteya Bilind îradeya gel, loma piştgiriyê didinê û got, "Em bi hêvî ne ku biryarên Desteya Bilind li hemû Rojavayê Kurdistanê bêne bicîhanîn. Divê em li hemberî hewldanên têkbikirina yekîtiya kurdan, hemû tedbîrên xwe bigirin."

'GAVEK DÎROKÎ YE'

Endamê ENSK'ê û Rêveberê Partiya El Wehde Mehemet Hebeş jî, destnîşan kir ku ev gava hanê gavek dirokî ye û ev tişt gotin: "Hemû armanc ji bo yekîtî û xizmeta gelê kurd e. Em soz didin ku em ê van karên xwe heta bidestxistina mafên kurdan bidomînin. Ev gava pêşî û ya dawî jî nîn e."

Kurdan di 19’ê tîrmehê de bajarê Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê. Rayedarên Kurd ragihandin ku wana bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine û Kobanî niha di destê Kurdan de ye. YPG’ê piştî rêveberiya Kobaniyê wergirt, radestê her du meclîsên Kurdan kir.

Kurdan piştî Kobaniyê, di 20’ê tîrmehê de rêveberiya Efrîn û Cindirisê xistin. Li Efrînê gelê Kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên sivîl bi ser sazî û dezgehên rêjîma Baas de girtin û rêveberiya bajêr xistin destê xwe.

Gelê Kurd di 21’ê tîrmehê de li Dêrka Hemko dest danîn ser hemû sazî û dezgehên fermî yên dewleta Sûriyeyê û rêveberî xistin destê xwe. Hat ragihandin ku tevî şaredarî gelek sazî û dezgehên dewletê yên li bajêr ketine destê gel. Kurdan piştî Kobanê, Efrîn, Cindirêsê û Dêrîka Hemko, di êvara 21’ê de jî, rêveberiya Amûdê bi dest xist.