Li Kobanê navenda serlêdana endamtiya YPG’ê vebû

Li Kobanê navenda serlêdana endamtiya YPG’ê vebû

Piştî Efrîn û Dêrikê, li bajarê Kobanê jî "Navenda Serlêdanê ya bi navê Şehîd Xebat" ji bo endamtiya YPG’ê bi merasîmekê hat vekirin. Tevî rayedarên YPG, endamên Saziya Malbatên Şehîdan bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de hat gotin ku YPG erka parastina gelê Rojavayê Kurdistanê daye ser milê xwe û wê li hemberî hemû hewldanên êrîşkar, helwesta xwe nîşan bide. Herweha bang li hemû ciwanan hat kirin ku serî li van navendan bidin û tevlî refên YPG'ê bibin.

Piştî axaftinan navenda serlêdanê ji aliyê endamên malbata Şehîd Sadiq Kobanê û Şehîd Şîlan Baqî ve hat vekirin. Beşdarên merasîmê anîn ziman ku bihêzkirina YPG wê aramiya li herêmên Kurdan misoger bike.