Li Kobanê meşa ji bo azadiya Ocalan

Li Kobanê meşa ji bo azadiya Ocalan

Li Kobanê bi beşdariya bi hezaran kesî, li dijî sîstema tecrîda li Îmralî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa bi navê ’’ bi hev re ji bo em sîstema Îmralî hilweşînin, ji bo serkeftinê şoreşên gelan dewam bikin’’ hat lidarxistin.

Li Kobanê bi hezaran kurdistanî tevlî meşa ku Tevgera Civaka Demoqratîk(TEV-DEM) ji bo silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a li Îmraliyê de li dar xist bûn. Meşa ku bi navê “bi hev re ji bo em sîstema Îmralî hilweşînin, ji bo serkeftinê şoreşên gelan dewam bikin” doh li Qada Azadî dest pê kir.

Meşvanan pankartên ku berxwedana Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan silav dikirin û sîstima îşkenceya giran ya li Îmralî protesto dikirin û ji dewleta Tirk dixwest ku dijwariya jiyana li Îmralî bi dawî bike rabikin hatibûn vekirin. Ciwan û jinan alên TEV-DEM’ê û wêneyên Rêbarê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildan.

Di dawiya meşê de Endamê Desteya Rêvebir a TEV-DEM’ê Şahoz Hesen axvî û got: “Gelê Kurd li ser fikr û felsefa Rêber Apo ku riya me ronî dike dimeşin’’. Her wiha Hesen siyaseta tundî û tecrîda ku hukmeta Tirk li ser Rêber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne bi tundî şermezar kir.

Di dawiya axaftina xwe de Hesen bang li Gelê Kurd kir yekîtiya xwe bi hêz bike û destnîşan kir ku gelê Kurd tenê dikare bi yekitiyê lîstikên li hemberî xwe pûç bike.