Li Kobnê hinek bijîşkên buhaya dermankirina nexweşan di van her du rojên dawî de zêde kirin. Lijneya Tendurustiyê ya bajarê Kobanê li hember biryara wan nerazîbûn nîşan dan.
Bajarê Kobanê wek hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê di nava zehmetiyên jiyanî de dijîn. Di van demên zehmet de hinek bijîşk li Kobanê buhaya dermanan. Ji ber helwesta bijîşkan Lijneya Tenduristiyê nerazîbûna xwe nîşan da, li hember biryarawan derketin.
Di derbarê mijara buhakirina dermankirina nexweşan de Dr. Berxwedan Umer ji ANF’ê re ragihand: “Di dema dawî de hin pirsgirêk di navbera xwediyê nexweşxaneyan û bijîşkên ku buhaya dermankirinê zêde kirine de derket. Me wek bijîşk xwest em civînekê li dar bixin. Berî ku civîn were lidarxistin hinek bijîşkan buhayê karê xwe zêde kirin, lê welatiyên Kobanê nerazîbûna xwe nîşan dan. Helwesta van bijîşkan ne rast e ji ber rewşa welatiyan pir zor û zehmet e.”
Dr. Mihemed Misê jî da zanîn ku rewşa welatiyan pir zor e û got: “Divê bijîşk rewşa welatiyan di ber çav re derbas bikin.” Her wiha Misê da zanîn ku ev demek dirêj e ku buhaya dermankirin û mûaneya nexweşan gelek bi biha bûne. Misê got: “Yê ku buhayê dermankirinê di van deman de zêde bike bê hest e û li ber gelê xwe nakeve’’.