Li Kobanê dîmenên destpêkê yên berxwedanê 'Xalxalok' diweşîne

Welat Elî ku ji emrê xwe bêhtir bi helwestên xwe yên gihayî balê dikşîne ser xwe, di nava kedkarên çapemeniyê yên li Kobanê de weke 'Xalxalok' tê naskirin.

Welat Elî yê 13 salî, ku li buroya Ronahî TV ya Kobanê di beşa montajê de dixebite, mirovên tên serdana navenda çapemeniyê dike heyranê xwe. Welat Elî ku ji emrê xwe bêhtir bi helwestên xwe yên gihayî balê dikşîne ser xwe, di nava kedkarên çapemeniyê yên li Kobanê de weke 'Xalxalok' tê naskirin. Welat Elî yê beriya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê pêşkêşiya bernameya zarokan dikir, niha jî dîmenên ji eniya şer ên berxwedana destanî ya YPG/YPJ'ê montaj dike û bi temaşevanên Ronahî TV re parve dike.

Namzetê rojnamevaniyê yê Kobanê Welat Elî yê 13 salî, beriya êrîşên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirinê, li Saziya Zizmanê Kurdî perwerde dît û piştre dest bi pêşkêşiya bernameya zarokan a bi navê 'Keske Sor' kir. Bernameya Welat Elî ji ber şer sekinî, lê belê bi coşeke mezin li benda ji nû ve destpêkirina bernameyê ye. Welat Elî, piştî destpêkirina vegera li Kobanê daxwaza xebata li Ronahî TV careke din qebûl kir û vê carê di beşa montajê de dixebite. Welat Elî yê bi helwestên xwe yên gihayî balê dikşîne, di nava civata çapemeniyê de weke Xalxalok tê naskirin.

Bi destûra desteya weşanê ya buroya Kobanê ya Ronahî TV Welat Elî ji ANF'ê re axivî û û behsa pêvajoya tevlîbûna xwe li xebatên çapemeniyê kir: "Navê min Welat Elî ye, lê belê ji ber ku di bernameya zarokan a Ronahî TV de navê min 'Xalxalok' e, xebatkarên çapemeniyê yên li Kobanê ji min re dibêjin Xalxalok. Di destpêkê de li Saziya Zimanê Kurdî dixebitînim. Midûrê me yê nûçeyan a Ronahî TV Ararat, dema hat serdana saziya me ez dît û ji min xwest ku di bernameya zarokan a Ronahî TV de bixebitim. Piştî ku min agahî da malbata xwe û saziya ez lê dixebitim, min ji wan re got ku ez qebûl dikim. Ji bo tevkariyê li şoreşa Kobanê bikim, ji xwe malbata min dixwest ya ji destê min tê bikim. Bi tenê saziya li dixebitîm diviyabû îqna bibûya. Wan jî ev daxwaz bi germî pêşwazî kirin. Dûre me dest bi kişandina dîmenên bernameya 'Keske Sor' kirin. Ji navenda bajêr heta gundan em diçûn dikşandina bernameyan. Piştî ku me 13 bername qedand, çeteyên DAIŞ'ê vê carê êrîşî navenda Kobanê kirin. Piştî ku li navenda bajarê Kobanê şer destpê kir jî, bi malbata xwe re neçar mam derbasî Bakurê Kurdistanê bibim. Piştî ku şervanên YPG/YPJ'ê Kobanê careke din ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, em vegeriyan Kobanê. Lê belê ji ber ku hevala bi min re pêşkêşî dikir vengeriya, me nekarî dest bi bernameyê bikin. Diviyabû ez jî vala nemînim û min cihê xwe di nava montaja nûçeyan a buroya Kobanê ya Ronahî TV de girt. Di demeke kurt de hevalan montaj nîşanî min dan. Piştî ku hevala min Sozdar hat em ê ji nû ve dest bi bernameya 'Keske Sor' bikin. Berê montaja bernameya me ji aliyê hevalên din ve dihat kirin, lê êdî ez ê bi xwe bikim. Bi dîtina min ji niha û pê ve em ê karê xwe bi profesyonelî bikin. Her çend rojeva Kobanê bi temamî şer be jî, tevî vê şensê me çêbû ku perwerdeya pîşeyî jî bibînin."