Li Kerkukê li dijî avahiyên buroyên PDK’ê êrîşên xwekujî pêk hatin. Di encama êrîşên bombeyî de herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest dan, zêdetirê 90 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Kerkukê di saetên danê sibê de êrîşên bombeyî yên dijwar pêk hatin. Êrîşkaran di êrîşê de buroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin hedef. Li gorî aghaiyên di teqînên li ser ve pêk hatin de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 90 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di nava birîndaran de 3 rayedarên PDK’ê jî hene.