Hate ragihandin ku, di êrîşên bombeyî yên li Kerkûkê herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li Kerkûkê di demjimêrên nîvro de li sê noqteyên cûda êrîşên bombeyî rû dan. Hate ragihandin ku, di êrîşên bombeyên ku rê de çandî de herî kêm 10 kes mirin, 33 kes jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku, ji birîndarên rakirine nexweşxaneyên Kerkûkê rewşa hinekan girane.