Li Kerkûkê du jê çete 15 kes hatin girtin
Li navçeya Daqûq a Kerkûkê di serdegirtina malan de 2 jê endamên çeteyên DAIŞ’ê 15 kes hatin girtin.
Li navçeya Daqûq a Kerkûkê di serdegirtina malan de 2 jê endamên çeteyên DAIŞ’ê 15 kes hatin girtin.
Şevê dî li qada Tophane ya di navbera Tazexurtmatî û nehyeya Leylanê de şerek di navbera çeteyan û hêzên milîs ên Haşdî Şabî de derket û di encamê de 6 çete hatibûn kuştin. Piştî şer bi dawî bû polîsên navçeya Daqûqê û milîsên Haşdî Şabî bi hev re bi ser malan de girtin û di lêgerînê de 2 jê endamên çete 15 kes hatin girtin.
Êrîşên bi ser navenda Kerkûkê de yên ku 21’ê Cotmehê dest pê kirin, di rojên piştî êrîşê de bi giştî hatin şikandin. Duh jî çete li taxên 1’ê Hezîranê û Heynîda dîsa êrîş anîbûn û di encamê de 6 endamên çeteyan hatibûn kuştin.