Di encama êrîşên piştî bicihkirina leşkerên Iraqê li Kerkukê, pêk hatin de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.
Duh li Kerkukê tevî avahiya PartiyaDemokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî 12 avahiyan êrîşên bombeyîpêhatin. Di êrîşa li dijî avahiya PDK’ê pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.
Fermandarê hêzên milîs ê bajêr Cuneyd û pasevanekî wî jialiyê hin kesên nediyar ve hate kuştin. Di encama teqînên li taxên Urube û Wahdeyê pêk hatin de kesek mir û 13 kes birîndar bûn. Di teqînên li çar cihên cûda de 4 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
Di saetên danê sibê de jî li navenda bajêr û herêma Riyad a dikeve rojavayê bajêr polîsek û 4 kes birîndar bûn û 5 polîsên u hewn dan bombeyê tune bikin mirin û 6 jî birîndar bûn.