Li Iraqê piştî roja Yekşemê di êrîşan de 18 kesan jiyana xwe ji dest da, îro jî di demjimêrên sibehê de di êrîşên bombeyî yên li Mûsil û Kerkûkê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Heznah yê Mûsilê ku Kurd lê dijîn, di êrîşa bi wesayîtekî tejî teqemenî de 5 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn. Êrîşa duwem jî li navçeya Duzxurmanto ya Kerkûkê rû da. Di du teqînên li nêzî mizgefta Şiiyan pêkhat, 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.
Ev êrîşane piştî êrîşên roja Yekşemê ku herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dabû pêkhatin. Li Kerkûkê roja Yekşemê 16’ê Kanûnê, êrîşên bi wesayîtên tejî teqemenî yên li dijî mizgefta Şiiyan, di encama teqîna heft bombeyên li rexê rê hatibûn bicih kirin û di êrîşeke din ya bombeyî ku polîs hedef hatibû irtin de bi tevahî 13 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 57 kes jî birîndar bibûn.
Heman rojê li bajarê Celewla yê hêjan bi ser Başûrê Kurdistanê ve girênedane, li dijî avahiya YNK’ê bi wesayîtekî tejî teqemenî êrîş pêkhatibû û 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 13 kes jî birîndar bibûn. Êrîş di dema ku komek ji bo tevlî pêşmergeyan bibin rû da.
Weke din li dijî noqteya kontrolê ya leşkerî ya li Tarmiya ku di keve bakûrê Bexdayê êrîşa çekdarî pêkhat û herî kêm 2 leşker mirin, 3 jî birîndar bûn. Li Beicî ya 200 km dikeve bakûrê Bexdayê jî bombeya tejî teqemenî teqiya, polîsek û 3 sivîl birîndar bûn.