7 gêrîlayên HPG’ê yên li Çiyayê Kato Marînos jiyana xwe ji dest dayîn, bi xebata 3 rojan ji aliyê bi sedan kesan ve anîn Elkê. Piştî ji bo 7 gêrîlayên HPG’ê merasima leşkerî hate kirin, radestî gel kirin.
Di pevçûnên 5-7’ê Îlonê yên li Çiyayê Kato Marînos yê ser bi navçeya Elkê ya Şirnexê de 7 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dayîn û nasnameyên wan duh ji aliyê HPG’ê ve ji rayagiştî re hatin aşkerakirin, gel bi girseyî xwedî li cenazeyên gêrîlayan derketin. Bi sedan kesên li rexmî astengî û qedexeyên leşkeran çûne Çiyayê Kato û di bin balefirên şer de li cenazeyên gêrîlayan geriyan.
DI NAV ZINARÊN ASÊ DE LI CENAZEYAN GERIYAN
Gêrîlayên HPG’ê yên li herêmê jî diyarkirin ku, cenaze li gel wanin û agahiya li herêma posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê bên cikilandin dikarin cenazeyan ji wir wergirin, dan gel.
Li ser vê yekê roja 11’ê Îlonê bi sedan Kurdistaniyên li Mêrgasotî, Germavûka, Meydanzengil û zozanên Fereşînê yên li quntarên Çiyayê Kato ji 7 salî heyeta 70 salî herikîn Zozana Laleş. Gêrîlayên HPG’ê li derdora demjimêrên 12.00’an de li ser zinarên asê yên beramberî Zozanên Laleşê posterên Ocalan û alên PKK’ê vekirin.
Bi vekirina poster û alan re bi sedan kes, li ser wan zinarên asê re derbaz bûn û xwe gihandin herêma pevçûnê. Şopên xwînê, mixferên kunbûyî, cilên bixwîn, enjektor, serum, telefon, batarya, kartên banka, kartên kredî yên aydê leşkeran û bi dehan guleyên çekên hatine bikaranîn û bi hezaran qalikên mermiyan hatin dîtin.
LI ZOZANA LALEŞ MERASIMA LEŞKERÎ
Elkiyan bi darbestan cenazeyên 7 gêrîlayên HPG’ê bisloganên “Şehîd Namirin” anîn Zozana Laleş. Darbesta 2 gêrîlayên jin ji aliyê jinan ve hate hilgirtin.
Piştî ku cenazeyên gêrîlayan anîn Zozana Laleş ya 2 km dûrî navçeyê, 6 gêrîlayên HPG’ê hatin zozanê û gelê xwedî li cenazeyan derketin silav kirin. Piştre ji bo gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane merasima leşkerî hate lidarxistin. Merasima ku bi rêzgirtinê dest pê kir 21 gule hatin avêtin. Piştî rêzgirtinê sloganên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” li Zozanên Laleşê vedan.
FERMANDARÊ GÊRÎLA GEL AGADAR KIR
Fermandarê koma gêrîlayan yê tevlî merasima leşkerî bû, di derbarê encamên pevçûnên li Katoyê agahî dane gel. Piştî agahdarkirinê Kurdistaniyên ku cenaze girtin, bi çepik, tîlîlî û guleyên ku gêrîlayan avêtin re ber bi Elkê ketin rê.
Duh rêya karwana cenaze ya gihişte navçeyê ji aliyê Fermandariya Tûgaya Cendirmeyan ve hatibû girtin û leşkeran dest danî bû ser cenazeyan. Dema ku gel ev pêkanîn protesto kir bi demjimêran li navçeyê guleyên rastîn û bombeyên gazê hatin bikaranîn, cenazeyên 7 gêrîlayên HPG’ê teslîmî dozgeriyê kirin. Ji bo otopsiya cenazeyan gêrîlayan şandin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.