Li Kanîreşê Wekîlê Şaredarî û 8 kes hatin girtin

Li Kanîreşê Wekîlê Şaredarî û 8 kes hatin girtin

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê ji 28 endam û rêveberên BDP'ê jê 9 kes hatin girtin.

Di 12'ê Îlonê de polîs û leşkeran li navçeya Kanîreş û gundê wê di ser gelek malên BDP'î, avahiya BDP'ê û Şaredariya BDP'ê de girtibûn û 28 kes binçav kiribûn. Ji 28 kesên bi îdîayên "Alîkariya rêxistinê kirin" û "Endamên rêxistinêne" hatin binçavkirin jê Ekrem Bahşî, Selîm Karabag, Denîz Karabag û Ramazan Karabag piştî îfadeyan serbest hatibûn berdan. Piştî îfadeyên di binçavan de xilas bûn 24 kes anîn Edliyeya Kanîreşê. 24 kesan piştî li dozgeriyê îfade da, dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir. Heyeta dadgehê piştî li îfadeya 24 kesan guhdar kir, 15 kes serbest berdan û 9 kes jî girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M ya Çewlîkê.

Kesên hatin girtin navê wan wiha ye: Serokê berê yê BDP’a Kanîreşê Şemsettin Ozer, Wekîlê Şaredarê Kanîreşê Selim Yildirim, Endamê meclîsa şaredariyê Nevzat Azak, Endamê BDP'ê Umît Oz, Mehmet Zeki Sayak yê 75 salî, endamên BDP'ê Îbrahim Karabag, Lutfî Karabag, Mehmet Karabag û Riza Karabag bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.