Li Kanîreşê teqîn: Herî kêm 8 polîs mirin

Li Kanîreşê teqîn: Herî kêm 8 polîs mirin

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 8 polîs mirin, 9 polîs birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn li navçeya Kanîreşê li ser rêya bejahî ya Çewlik-Erziromê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de herî kêm 8 polîs mirin û 9 polîs jî birîndar bûn.

Hate zanîn navên sê polîsên mirin Gokhan Kuzu, Cuma Mercumek, Fatît Celayîr e. Hat ragihandin ku ev polîs ji bajarên din ji bo operasyona di bin navê KCK’ê de li Kanîreşê li hemberî BDP’ê pêk hat, şandibûn Kanîreşê.

9 polîsên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê tên dermankirin.