Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê ji 28 kesên ku duh di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 4 jê serbest hatin berdan.
Yekîneyên polîs û leşkeran duh li navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê bi ser avahiya Rêxistina BDP'ê ya Kanîreşê, avahiya Şaredariya Kanîreşê, malên endamên meclîsa şaredariyê, gelek mal û gundan de girtin.
Di encama serdagirtinan de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Kanîreşê yê berê Şemsettîn Ozer, Wekîlê Şaredarê Kanîreşê Selîm Yildirim, endamên meclîsa şaredariyê Reşît Ozen û Nevzat Azak, endamên BDP'ê Umît Oz, Ekrem Tîryakî, Ferhat Karadag, Şehmuş Kahraman, Mehmet Zekî Sayak ê 75 salî, Kadrî Sayak, Şemsettîn Ozen, Mustafa Bahşî, Ekrem Bahşî, Halît Karabag, Selîm Barabag, Cedrîs Karabag, Îbrahîm Karabag, Vahyetîn Karabag, Lutfî Karabag, Mehmet Karabag, Ramazan Karabag, Ferhat Karabag, Mahmut Karabag, Umît Karabag, Durmuş Karabag, Ferît Karabag, Denîz Karabag û cerdevanên gundê Çîrîkê Fîkrî Oral, Haci Aydar û Metîn Koylu jî di nav de 28 kes binçav kirin.
Ji 28 kesên hatin binçavkirin jê 4 kesên bi navê Ekrem Bahşi, Selîm Karabag, Deniz Karabag û Ramazan Karabag serbest hatin berdan. 24 kes jî li Fermandariya Cendirmeyan ya Kanîreşê tên rawestandin.