Li Çewlikê leşkeran di ser Şaredariya Kanîreş, avahiya BDP’ê û gelek malan de girtin. Di operasyona ku Şaredar Selîm Yildirim jî hate binçavkirin de hêjmara kesên hatine binçavkirin gehişt 33’an. Kanîreşiyên ku operasyon protesto kirin, li ber avahiya Qeymeqamtiyê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.
Vê sibehê di demjimêr 05.00’an de Fermandariya Cendirmeyan ya Bajarê Çewlikê, li ser navenda Kanîreş û gundên girêdayî navçeyê operasyon pêkanî, di operasyonê de herî kêm 33 kes hatin binçavkirin.
BDP’iyên ku binçavkirin û operasyonên hemwext yên li navçeyê hatine pêkanîn protesto kirin, li ber avahiya Qeymeqamtiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Navê hinek kesên hatine binçavkirin evin:
Wekîlê Şaredarê Kanîreşê Selîm Yildirim, Serokê berê yê BDP’a Kanîreşê Şemsettîn Ozer, Endamên Meclîsa Şaredariyê Reşît Ozen û Newzat Azak, endamên BDP’ê Umît Oz, Ekrem Tîryakî, Ferhat Karadag, Şêxmûs Kahraman, Mehmet Zekî Sayak yê 75 salî, Kadrî Sayak, Şemsetîn Ozen, Mustefa Bahşî, Ekrem Bahşî, Halît Karabag, Selîm Karabag, Cedrîs Karabag, Îbrahîm Karabag, Vahyetîn Karabag, Lutfî Karaba, Mehmet Karabag, Remezan Karabag, Ferhat Karabag, Mahmût Karabag, Umît Karabag, Dûrmûş Karabag, Ferît Karabag, Denîz Karabag û cerdevanên gundê Taşliçay Fîkrî Oral, Haci Aydar û Metîn Koylu.