Sedemê binçavkirina Wekîlê Şaredarê BDP’yî Selîm Yildirim jî di nav de 27 kesên li navçeya Kanîreş ya Çewlikê derket holê ku, îfadeyên şahidê vaşartî yê binasnavê “Asûman”e.
Duh di demjimêrên sibehê de li navçeya Kanîreş ya Çewlikê li ser avahiya BDP’ê, mala xizmetê ya şaredarî û gelek malan de girtibûn, di serdegirtinan de li gel Wekîlê Şaredarê Kanîreşê Selîm Yildirm û 27 BDP’yî hatibûn binçavkirin.
Ji 27 kesan 4 kes serbest hatibûn berdan. Çav li rê ye ku 23 kesên din îro derxînin edliyeyê.
Derket holê ku operasyona binçavkirinê dîsan bi şahidek yê veşartî yê hatiye çêkirin û gelek caran derketiye holê hatiye kirin. Vêcarê navê ku polîsan daniye ser şahidê veşartî jî “Asûman”e.