24 kesên li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê hatin binçavkirin derxistin dozgeriyê.
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê di encama serdagirtina avahiya BDP'ê, şaredariyê û gelek malan de 28 kes hatibûn binçavkirin. Ji 28 kesên bi îdîayên "Alîkariya rêxistinê kirin" û "Endamên rêxistinêne" hatin binçavkirin jê Ekrem Bahşî, Selîm Karabag, Denîz Karabag û Ramazan Karabag piştî îfadeyan serbest hatibûn berdan. Piştî îfadeyên di binçavan de xilas bûn 24 kes anîn Edliyeya Kanîreşê. Karên îfade girtinê yên 24 kesan li dozgeriyê berdewam dike.
Gelek kes li ber edliyeyê kombûn û binçavkirin şermezar kirin. Welatiyên li ber edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin sekna xwe didomînin.