Li bajarê Melîkşah ê parêzgeha Îlama Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna narincokekê de ji malbatekê çar kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer roja duşemê li gundê Sîrane yê bajarê Melîkşahê ya ser bi Parêzgeha Îlama Rojhilatê Kurdistan qewimî. Di encamê de ji heman malbatê 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Fermandarê Hêzên Ewlekariyê ya Îlamê Elî Dewletî derbarê bûyerê de daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 kes jî birîndar bûne. Dewletî diyar kir ku yek ji endamên malbatê bi narincokê leyistiye û teqîn pêk natiye.