Li Îdirê zextên li ser çapemeniya azad hatin şermezarkirin

Li Îdirê zextên li ser çapemeniya azad hatin şermezarkirin

Ji bo piştgiriya Rojnamegerên girtî û şermezarkirina zextên li ser rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat, rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem hatin belavkirin.

Li Îdirê ji bo piştgiriyê bidin 36 jê girtî 44 rojnamegerên Kurd yên di operasyona 20'ê Kanûna 2011'an de pêk hat, rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur gundemê hatin belavkirin. Koma ku di nav de rêveberên BDP'ê Wekîlê Şaredarê Îdirê Huseyin Malk, Şaredarê Xalfeliyê Omer Aksu û xebatkarên çapemeniyê ji bo piştgiriyê bidin rojnamegerên girtî Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem belav kirin.