Li Îdirê 2 otomobîlên aydê polîsan yên park kirî hatin şewitandin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, duh şev di demjimêr 02.00’an de 2 wesayîtên aydê polîsan yên li taxa Baglara Îdirê hatin şewitandin. Yekîneyên îtfayê hatin cihê bûyerê û agir temirandin. Hate ragihandin ku wesayît êdî kêrî bikaranînê nayên. Piştî bûyerê li herêmê hûrkolîn hate kirin.