Li Îdirê 6 kes hatin desteserkirin

Li Îdirê 6 kes hatin desteserkirin

Li navçeya Karakoyûn a Îdirê 6 mamoste hatin binçavkirin. Hat îdîakirin ku mamoste ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin.

Li gorî îdîayê, 6 masmote li gundê Bûlakbaşi yê navçeya Karakoyûnlû ya Îdîrê ji aliyê 2 kesên çekdar ve hatin desteserkirin. Hate diyarkirin ku 2 kesên çekdar bi ser odeya mamosteyan de girtin ji 19 mamosteyan mamosteyên bi navê Umut Gorkem Sevinç, Ersin Karakaya, Soner Er, Mehmet Koçubaba, Lutfu Atılmış, Abdulllah Enes Er bi xwe re birin. Hat îdîakirin ku her du kesên çekdar gerîlayên HPG’ê.

Artêşa Tirk li herêmê operasyon da destpêkirin. HPG’ê heta niha der barê mijarê de tu daxuyanî nedaye.