HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Îdir, Colemêrg, Mereş û Mêrdînê de agahî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin li navçeya Bazarcixa Meşerê li dijî trenê çalakî hatiye lidarxistin û tevgera gerîlayan a li Colemêrgê didome.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 24'ê Îlonê de li navenda Îdirê li wesayiteke ji qereqola Korxanê rê erzaq dikişand, piştî kesên tê de hate hişyarkirin, wesayit li gel erzaqên tê de hatiye şewitandin û rûxandin û wiha domand:
23'ê Îlonê de li navenda Îdirê li dijî Gundê Gewro, Kelê, Sitilila û girê çavdêriyên yên bi ser Kirê Kore ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.
LI ÎDIRÊ KIRYARÊN KONTRAYÎ
Ev demeke li Îdirê li herêma Kirê Kor yekîneyeke kontra ya ji 10 kesî pêk tê bi cil û bergên gerîlayên me li nav gel digerin û li ser navê gerîlayên HPG'ê ji gel pereyan kom dikin. Gelê me divê li beramberî vê yekîneya kontra ya car caran weke du yekîneyên digerin divê bihîstyar bin. “
LI DIJÎ TRENÊ ÇALAKÎ
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 24'ê Îlonê de di saet 16.00'an de trêneke bar a alavên leşkerî vediguhezîne Kurdistanê li navçeya Pazarcixa Mereşê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de riya trênê hatiye texrîp kirin, 13 vagon jî hatiye rûxandin.”
TEVGERA GERÎLAYAN LI COLEMÊRGÊ DIDOME
HPG’ê derbarê tevgera gerîlayan a li Şemizînanê de jî ev agahî da; “Di çarçoveya serweriya gerîlayên me ya li xeta Şemzînan, Çelê û Geverê, di 24'ê Îlonê de li dijî qereqola Giranayê çalakiyek hatiye lidarxistin. Herweha li dijî du qereqolên nû yên li nêzî qereqola Giranayê tên avakirin de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama van çalakiyan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Artêşa dagirker a tirk ê nekarî mudaxeleyî kontrolên rê yên rûtîn ên ji aliyê gerîlayên me ve tên lidarxin, riya Gever û Oramarê ji 23 Îlonê û vir ve li çûn û hatinê gitine. Di heman demê de di 24'ê Îlonê de di navbera saet 12.00-18.00'an de li dijî Çiyayê Çarçelayê, herêmên Mêrgezerê û Sertêlê, dîsa ji 23'ê Îlonê û vir ve li dijî Çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.
Di 23'ê Îlonê de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî Çiyayê Hînê, Suwara Benê û Kunmerê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”
LI MÊRDÎNÊ ÇALAKÎ Û OPERASYON
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di 17'ê Îlonê de li sêgoşeya Mêrdîn, Nisêbîn û Mahsertê operasyona ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk hate destpêkirin di heman rojê de bê encam paş de vekişiyaye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24'ê îlonê de li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê li dijî qereqola artêşa “dagirker” a tirk a li Gundê Terêye û li dijî girê ewlekariya wê digire ji aliyê gerîlayan çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “22'ê Îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî geliyê Setkarê hatibû destpêkirin di 24'ê îlonê de bê encam paş de vekişiyaye.”
LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBEBARAN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî agahî da û got; “Di 24'ê Îlonê de di saet 17.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Amêdiyê li dijî herêma Şehîd Piling a bi ser Metînayê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. “