Li Hezexê serdegirtina malan: 12 binçavî

Li Hezexê serdegirtina malan: 12 binçavî

Navnîşana operasyonên qirkirina siyasî îro jî gundên Navçeya Şirnexê Hezexê bûn. Di serdegirtinên malan de 12 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de tîmên taybet û leşkerên tirk li ser sewalên gundiyan gule reşandine û gelek sewal birîndar bûne.

Danê sibê li derdora demjimêr 4.30'an li navenda Hezexê û gundên Deştadare û Hespistê tîmên taybet û leşkerên tirk avêtin ser malan. Li navenda Hezexê tevî rêveberên BDP'ê û endamên meclîsên şaredariyan 12 kes hatin binçavkirin. Kesen hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan ya Şirnexê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di serdegirtinan de polîsan hemû malên ku lêgerîn lê pêk anîn serûbin kirine. Bajaroka Sirtkoyê deriyên malan hatine şikandin û li ser sewalên gundayin jî gule hatine reşandin û gelek sewal birîndar bûne. Hate ragihandin ku, li ser deriyên xaniyan şopên guleyan hene.