Li navçeya Hezex û gundên wê polîsên AKP’ê vê sibehê di ser malan de girtibûn û gelek kes binçavkiribûn. Hêjmara binçavkiriyan giha 13’an. Her wiha welatiya binavê Sultan
Akman ji ber sedema “Zirar dane mal û peywira xwe xirab bikaranîne” di derbarê tîmên taybet û leşkeran de giliyê sûc kir.
Danê sibê seat derdora 4.30'an li navenda Hezexê û gundên Deştadare û Hespistê tîmên taybet û leşkeren tirk avêtin ser malan. Li navenda Hezexê tevî rêveberên BDP'ê û endamên meclîsên şaredariyan 13 kes hatin binçavkirin.
Kesen hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan ya Şirnexê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di serdegirtinan de polîsan hemû malên ku lêgerîn lê pêk anîne serûbin kirine. Bajora Sirtkoyê deriyên malan hatine şikandin û li ser sewalên gundayin jî gule hatine reşandin û gelek sewal birîndar bûne. Tîmên taybet û leşkeran gule barandin û li ser deriyên xaniyan şopên guleyan hatin dîtin.
Welatiya gundê Heytdarê Sultan Akman serî li Dozgeriya Komarê da û serlêdana sûc kir. Akman di derbarê tîmên taybet û leşkeran de bi sedema "Zerar daye mal, peywira xwe xirab bikar anîne" serlêdana sûc kir.