Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di encama serdagirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.
Li taxên Turgut Ozal, Atakent û Yenî yên navçeya Hezexê ya Şirnexê bi tevlîbûna tîmên taybet û polîsan di ser gelek malan de hate girtin. Di serdagirtinên di demjimêr 03.00'an de Serhat Pîşkîn, Ramazan Şavli, Erhan Malgaz, Halît Alptekîn û Hizir Şen hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina nehate zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Hezexê.