Li Hezexê 4 kes hatin girtin

Li Hezexê 4 kes hatin girtin

Roja borî li navçeya Hezex ya Şirnexê ji 6 kesên hatine binçavkirin 4 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.

6 kesên ku di encama serdegirtina malan de li navçeya Hezex ya Şirnexê hatibûn binçavkiri, piştî karûbarên fermî yên li Midûriyeta Polîsan ya Hezexê bidawî b3un duh derxistin Dozgeriya Komarê ya Hezexê.Piştî îfadeyên li dozgeriyê ji 6 kesên bi daxwaza girtinê şandin dadgehê Mîro Çagli û Fuat Kaşbaş biserbest darazaê hatin berdan, Serhat Azîzoglû, Metîn Aslan, Ahmet Aslan û Mehmet Sebîh Ozcan bi îdîaya “tevlî xwepêşandanên dij-zagonî bûne û li dijî polîsan rabûne” hatin girtin.

4 kesên hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyatê.