Li Hezexa Şirnexê konê alîkariya ji bo Rojava

Li Hezexa Şirnexê konê alîkariya ji bo Rojava

Rêxistinên sivîl ên civakî yên Hezexê ji bo gelê Rojava konê alîkariyê vedan.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê rêxistinê sivîl ên civakî bi armanca piştgiriyê bidin gelê Rojava konê alîkariyê vedan.

Konê bi pêşengiya Komeleya Piştgirtî û Alîkariya Gelê Hezexê (ÎHYADER) li ber Şaredariya Hezexê hate vekirin BDP, Egîtîm Sen û komele û saziyên din jî piştgiriyê didinê. Konê bi alîkariya welatiyan hate vedan rastî eleqeyekî mezin tê.
Hate zanîn ku ji ber bavê Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya girtî Selma Irmak jiyana xwe ji dest da gelek welatî ji bo tevlî merasîma cenaze bibin çûn navçeya Qoserê ya Mêrdînê û ji ber vê yekê daxuyaniya dê di vekirina kon da hatiba dayîn taloqî sibê hate kirin û pişt daxuyaniyê dê xebatên alîkarî bên komkirin bên destpêkirin.