Li Hewlêrê qetilkirina 3 jinên Kurd hate şermezar kirin

Li Hewlêrê qetilkirina 3 jinên Kurd hate şermezar kirin

Welatiyên Hewlêrê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ku li Parîsê hatin înfazkirin bi meşekê şermezar kirin.

Endam û rêvberên saziyên sivîl ên civakî qetilkirina siyasetmedarên jin ên Kurd,Ssazûmankara PKK'ê Sakine Cansız, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez ya li Parîsê bi meşekê şermezar kir. Rêkxistina Jinên Azadixwazên Kurdistan (RJAK) û Meclisa Jinan ya Îştarê ya Mexmûrê li Parkî Mînare kom bûn û meşek pêk anîn. Di meşê de endam û rêveberên RJAK, PÇDK, Hemwelatiyen Azad û Yeksan, Gencanî Welatparezen Kurdistan, KNK, BDP, Parti Zahmetkeşan, PYD, Meclisa Gel ê Rojava, Hizba Ayende, Rexistina Jinanî Candar, Rexistina Jinên Paw, YNKD û Partiya Rizgariya Kurdistanê jî di nav de bi hezaran welatî amade bûn.

Girseya ku li Parkî Minare kom bûn, heta Sefareta Parîsê ya li Hewlêrê bi sloganên "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" meşiyan. Girse 100 metre beriya ku bigêjin sefaretxaneyê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.

Girseyê li vir daxuyanî da û qetilkirina Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan şermezar kir. Girseyê di daxuyaniyê de anî ziman ku, Kurd li hemberî vê qetilkirinê bêdeng namînin û dê hesapê vê yekê bipirsin.

Girse piştî demekê rawestiya rêveberên Sefaretxaneya Fransaye hevdîtina girseyê qebûl kir. Li ser navê girseyê heyeta ku ji 7 kesan pêk dihat çû li Sefaretxaneyê hevdîtin pêk anî. Piştî heyetê nîv demjimêrê hevdîtin pêk anî, li ser navê heyetê Perwin Hasan, daxuyanî da. Hasan anî ziman ku, wan di derbarê nasname û peywira 3 siyasetmedarên Kurd de sefaret agahdar kirine û xwestine ku bi lezgîn vê bûyerê ronî bikin û hesab bipirsin. Hasan da zanîn ku, rayedarên sefaretxaneyê jî anîn ziman ku, bi vê bûyerê xemgîn bûne û dê li ser mijarê rawestin."

Girseyê piştî çeleng danî ber sefaretxaneya Fransayê belav bû.