Li Hewlêrê li ber sefaretxaneya Fransayê çalakî

Li Hewlêrê li ber sefaretxaneya Fransayê çalakî

Bi armanca şermezarkirina komkujiya 3 siyasetmedarên jin yên Kurd ku li Parîsê bi awayek hovane hatin qetilkirin, gelê Hewlêrê çalakiyek girseyî pêkanî. Bi hezaran kes beşdari çalakiyê bûn û komkujî bi awayek tund şermezar kirin.

Bi tevlîbûna gelek nûnerênpartiyên siyasî û rêkxistinên sivil yên Başûrê Kurdistanê û gelê wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (wargeha Mexmûr) jibo şermezarkirina qetilkirina damezirênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNY’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez îro li Hewlêrê çalakiyek girseyî ya protestoyî pêkanî. Çalakî di demjimêr 11:00’dan bi kombûna gelê Mexmûr, Hewlêr û nûnerên partiyên siyasî, rêkxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê li ber Parka Şanedêr destpêkir. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gel ya Mexmûrê û Meclîsa Îştar ya Jinên Mexmûrê ve hate organize kirin.

Piştî kû ji wargeha Mexmûrê gel bi hezaran maşînên ku bi wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, wêneyê Rêber APO, alên PKK’ê, KCK’ê, KJB’ê û HPG’ê xemilandî di demjimêr 09:30’an de ji wargeha penaberan ya Mexmûrê berbi Hewlêrê ve birêketin. Maşînên çalakvanan di demjimêr 10:30’an de gihiştin ber Parka Şanedêr. Piştî gelê Mexmûrê gihişt cihê çalakiyê bi sedan xelkê Hewlêrê, karker û xebatkarên ji her çar parçên Kurddistan hatin cihê çalakiyê.

HEWLÊR JI BO SÊ SIYASETMEDARÊN JIN LI SER LINGAN BÛ

Bi kombûna gel re çalakiya protestoyî bi deqeyek rêz girtin jibo giyanê Şehîdan destpêkir, piştî rêzgirtinê ji aliyê endamê rêveberiya Meclîsa Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Hecî Kaçan ve axaftina vekirina çalakiyê hate kirin. Kaçan li ser navê gelê Mexmûrê komkujiya 3 siyasetmedarên jin yên Kurd şermezar kir û da diyar kirin ku, eger dewleta Fransa kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez eşker nekin wê Kurd dewleta Fransa wek dijminê xwe bibîne. Herwiha Kaçan di axafitina xwe de da diyar kirin ku; “Ev çalakî li ser sê bingehan hatiye li darxistin. Hem jibo şermezarkirina komkujiya Parîsê, hem ji bo ku Fransa kujeran eşekere bike û herî zêde jî ji bo pêşwazî û oxirkirina cenazeyên şehîdên me yên Parîsê hatiye li darxistin.

Nunerên gelek partîyên siyasî û rêkxistinên civaka sivil beşdariya xwe ji çalakiya bi heybet ya gelê Mexmûrê re çêkirin û di derbarê komkujiya Parîsê de li ser navê partî û rêkxistinên xwe peyamên şermezarkirina komkujiyê xwendin. Serokê Şaredariya Wargeha Mexmûr Ehmed Ozer, endama Koordînasyona Meclisa Îştar Nûran Sezgin, nûnerê BDP’ê yê Hewlêrê Abid Îke, endamê Tevgera Goran Abdullah Mihemed Nûrî, nûnerê Partiya Zehmetkêşên Kurdistan Bîrza Dilzar Abdullah, nûnera Yeketiya Jinên Rizgariya Kurdistan (YJRK) ya Başûrê Kurdistanê Evîn Zilan, nûnerê Hizba Ayendey Kurdistan yê Hewlêrê Aware Mamoso Dizeyî, nûnerê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Rizgar Ebbaszade, endamê Konseya Serokatiya YNDK Xalid Mehmûd, endamê polîtbûroya siyasî ya Bizûtnewey Demokratî Gelê Kurdistan Nehro Alay û nûnerê Komîteya Alîkariya Rojavayê Kurdistanê li ser navê partî, rêxistin û saziyên xwe peyam xwendin.

‘KUJERÊN BÛYERÊ AŞKERA BIKIN’

Di naveroka hemû peyaman de xemgîniya jibo şehadeta siyasetmedarên Kurd hate diyar kirin. Herwiha komkujiya 3 siyasetmedarên jin yên Kurd ku li paytexta Fransa Parîsê kû bi awayek hovane hatine qetilkirin hate şermezar kirin, ji dewleta Fransa hate xwestin ku di demek ji ya din zûtir de kujerên bûyerê werin eşkere kirin. Nûnerên hemû partî û rêkxistinan gotin eger dewleta Fransa kujerên siyasetmedarên Kurd eşkere neke wê Kurd dewleta Fransa dijminê Kurdan îlan bike.

Piştî xwendina peyaman komek ji girseya gel û nûnerên Meclîsa Gel Ya Wargeha Şehîd Rûstem ji ber Parka Şanedêr heta ber sefaretxaneya Fransa meşiyan. De dema meşê de girseya gel wêneyên 3 siyasetmedarên Kurd yên li Parîsê hatine qetilkirin bilind kir û bi avêtina sloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimre Kujerên Sakîne Cansiz û hevalên wê’, ‘Bijî Yeketiya Gelê Kurd’ gihiştin nêzikî sefaretxaneya Fransa. Ji ber barîkata polîsan çalakvan 100 metre ji sefaretxaneyê dûr kombûn bi dengê bilind komkujî şermezar kir. Piştî gihiştina girseya gel ya ber sefaretxaneyê, polîsan rê ji nûnerên Meclîsa Gel ya Mexmûr vekir ku bi sefîrê Fransî re hevdîtin çêbikin.

Li ber deriyê sefaretxaneyê endamê Rêveberiya Meclîsa Gel Hecî Kaçan daxuyaniya çapemeniyê da û da diyar kirin ku, ew dîsa vê komkujiyê şermezar dikin û dixwazin dewleta Fransa kujerên siyasetmedarên Kurd eşkere bikin û hemû gelê Kurd vexwend xwedî derketina şehîdên Kurd yên Parîsê û jibo eşkere kirina kujerên wan şehîdan pêwîste tişta ji destê gelê Kurd tê bikin.

HEVDÎTIN BI SEFÎRÊ FRANSÎ RE PÊKANÎN

Piştî daxuyanî li ber deriyê sefaretxaneyê hate dayîn, komek li ser navê Meclîsa Gel ya Mexmûrê ku ji 5 kesan pêkdihat bi sefîrê Fransî re hevdîtin pêkanî. Hevdîtinê 30 deqîqeyan berdewam kir û piştî hevdîtinê li ser navê heyeta Meclîsa Gel ya hevdîtin bi sefîrê Fransî pêkanî re Polat Bozan daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de Bozan wiha got: “Me li ser navê Meclîsa Gel ya Mexmûrê hevdîtin bi rayedarên sefareta Fransa ya Hewlêrê re pêkanî û nameyek ku ji bo serokomarê Fransa François Hollande hatiye nivîsîn me radestê sefîrê Fransî kir. Herwiha me helwesta xwe ya li dijî komkujiya li Parîsê ji wana re anî ziman û me komkujî disa şermezar kir û me jê xwest ku pêwîste dewleta Fransa di demek kin de kujeran eşkere bike.”

Herwiha Bozan da diyar kirin kû rayedarên sefaretxaneya Fransî xemgîniya xwe ya li hember komkujiya ku di dilê welatê wana Parîsê de pêkhatiye anî ziman û da diyar ku, dewleta Fransa vê deqa reş ya nahêle li nav çavên dewleta xwe û tu kes nikare dostaniya Kurdan û xirab bike.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê girseya gel bi avêtina sloganan û bilindkirina wêneyên Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û alên KCK, PKK û KJB ji cihê çalakiyê belav bûn.