Li Hewlêrê komkujiya li Parîsê hate şermezar kirin

Li Hewlêrê komkujiya li Parîsê hate şermezar kirin

Partiya Şiî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd ku li paytexta Fransa Parîsê hatine sûîqast kirin bi meşekê girseyî şermezar kir.

Li bajarê Hewlêrê qetilkirina ji Sazûmankarê PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bi meşekê hate şermezarkirin. Meş ji aliyê Partiya Şiî ya Kurdistan ve hate organizekirin. Rêkxistina Jinên Azadixwazên Kurdistan (RJAK), Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan, Komîteya Alîkariya Rojava ya bajarê Hewlêrê tevlî çalakiya şermezar kirinê bûn. Girseya ku îro di demjimêr 10:00'an de li Parka Şanedêr kombû bi sloganên 'bakûr, başûr, rojhilat yek armanca û yek xebat', 'Şehîd Namirin', 'Sakîne, Fîdan û Leyla firîşteyên azadiyêne' meşiyan. Girse 150 metrey mayî bigehije sefaretxaneya Fransa ji aliyê polîsan ve hate rawestandin.

Komîteya amadekar ya çalakiya şermezar kirinê li vir daxuyanî da û qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd li Parîsê ku hîn ne diyare ji aliyê kîjan hêzan ve hatiye kirin hate şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Kurd wê li hember vê bûyera ji dervey pîvanên mirovan bi awayek hovane hatiye kirin bêdeng namîne û heta kujerên siyasetmedarên Kurd eşkere nebin ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Piştî daxuyaniyê Partiya Şiî ya Kurdistan hevdîtin bi sefaretxaneyê ra pêk anîn. Hevdîtina nîv demjimêrê berdewam kir. Piştî hevdîtinê komîteya amedekar di derbarê hevdîtinê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; "Me ji sefaretxaneya Fransa ya Herêma Kurdistanê re helwesta xwe ya şermezarkirina qetilkirina 3 jinên siyasetmedarên yên Kurd ku li paytexta welatê wana Fransayê pêkhatiye ragihand. Nûnerên sefaretxaneyê jî xemginiya xwe jibo vê bûyerê anîn ziman û ji dan diyar kirin ku, ji bo eşkere kirina kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez tişta ji destê wana û bitaybet tişta ji destê dewleta wan Fransa tê wê bikin. Herwiha nûnerên sefaretxaneyê dan zanîn ku, ew dê rê nedin ku carek din bûyerên weke vê li welatê wana pêk werin.

Piştî daxuyaniyê girseya gel ji cihê çalakiyê bi avêtina sloganên 'Şehîd Namirin' belav bû.