Li Hewlêrê ji bo Şerafedîn Elçî taziye hate danîn

Li Hewlêrê ji bo Şerafedîn Elçî taziye hate danîn

Li navenda nûnertiya BDP’ê ya bajarê Hewlêrê ji bo siyasetmedar û parlementerê serbixwe yê Amedê Şerefeddîn Elçî taziye hate vekirin. Malbata Elçî di taziyê de amadebû û serdanên pêşwazî dike.

Li bajarê Hewlêrê ji bo wefata parlementerê serbixwe yê Amedê û Serokê KADEP’ê Şerefeddîn Elçî li navenda Nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê ya Başûrê Kurdistanê taziye hate vekirin. Taziyê serê sibê destpê kir û ji aliyê gelek kesayet, partî, rêkxistin û karkeran ve tê ziyaret kirin.

Di taziyê de her du kurên parlementer Elçî, Bedirxan û Rênas Elçî jî amadebûn û serdanên kû ji aliyê gel, partî, rêxistinên civakî û karkerên Bakûrê Kurdistanê dihatin kirin serdanên wana pêşwazî dikin.

Taziye ji aliyê PÇDK, PYD, PDK’a Îranê, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan, Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK, Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger û herwiha karkerên ji bakûrê Kurdistanê û gelek kesayetên binav û deng ve hate ziyaret kirin.

Taziya Elçî wê sibê jî berdewam bike û tê hêvikirin ku gelek partî, rêxistin, karker û kesayetên binav û deng ve were ziyaret kirin.