Li Heskîfê ranta mezin: Pira di binê avê de bimîne tê restorekirin
Projeya çêkirina Bendava Ilisûyê, ku wê xemla dîrokî û jiyana li Heskîfê di binê avê de bihêle, dewam dike. Di heman demê de pira ji kevir a dîrokî ya li Heskîfê jî tê restorekirin.
Projeya çêkirina Bendava Ilisûyê, ku wê xemla dîrokî û jiyana li Heskîfê di binê avê de bihêle, dewam dike. Di heman demê de pira ji kevir a dîrokî ya li Heskîfê jî tê restorekirin.
Şêniyên navçeyê ku hewl didin vî karî fêhm dibin, ji bo vê rewşê dibêjin; dîsa projeyeke rantê pêk tînin.
Li navçeya Heskîf a Êlihê, dêr, keleh û malên li nava şikeftan ên berî 12 hezar salan hatin çêkirin, ji ber Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin, dibe ku bên tinekirin.
Tevî rabûna li ber vê projeyê û dozên hatine vekirin jî, xebatên vê projeya hilweşînê bi lez û bez dewam dikin. Li aliyê din, li pira Heskîfê ya ji 2 hezar 500 salî ya li ser çem, karê restorekirinê tê kirin.
Ev pira wê di binê avê de bimîne, ji aliyê Wezareta Parastinê ve tê restorekirin. Hostayên keviran ên ji Rihayê hatine anîn û personelên rêyên bejahî li vê pirê dixebitin.
Di encama vî karî de heta niha lingekî pirê hatiye restorekirin. Karê li lingê din jî dewam dike.
Di çapemeniyê de hatibû ragihandin, ku Tirbe Zeynel Beg jî di nav de gelek berhemên dîrokî wê bi îhaleyan ji şûna xwe bên rakirin. Heta roja îro ti ji van berheman nehatine rakirin. Saziyên pêwendîdar jî ti agahiyê li ser mijarê nadin.
Karê restorasyonê hem şêniyên navçeyê hem jî tûrîst matmayî hiştiye. Gelo pira kevir, ku wê di binê avê de bimîne, çima tê restorekirin? Eger wê bê restorekirin jî, çima li gorî xemla xwe ya dîrokî nayê restorekirin? Ji bo van pirsan bersiv divê. Şêniyên Heskîfê di wê baweriyê de ne, ku ev karê restorekirinê bi buhayekî gelekî bilind pêşkêşî şîrketên AKP'yî hatiye kirin.
Qeymeqamê Tirk ê li Heskîfê, sedema restorekirina pira ji kevir a di binê avê de bimîne, bi vî rengî eşkere dike: "Emrê bendavê ji xwe kurt e. Lewma, dema pir di binê avê de ma ji bo kevir jê nekeve û saxlem bimîne, tê restorekirin. Dema ava li bendavê qediya wê piştre karibe bê bikaranîn. Em ji ber vê restore dikin."
'BÛYE CIHEKÎ MEZIN Ê JÊXWARINÊ'
Ji şêniyên navçeyê Ahmet Tûtak, li ser karê restorasyonê da xuyakirin, ku heta niha ji bo lingekî pirê 20 mîlyon TL hatiye bikaranîn û îhale jî ji şîrketên AKP'yî re hatiye dayîn.
Tûtak got, "Li Heskîfê cihekî gelekî mezin ê jêxwarinê ava bûye. Gelo berhemên dîrokî yên bi bendavê re di binê avê de bimînin, çima tên restorekirin? Ez vê fêhm nakim. Me bihîst ku ev yek bi îhaleyên gelekî bilind ji şîrketên AKP'yî re hatiye dayîn. Ti daxuyanî ji rayedaran nayê. Bi dek û dolaban erdê me ji me standin û niha malên ne hêjayî 40 hezarî, bi 130 hezar TL'yî difiroşin me. Me ev qebûl nekir û doza li dadgehê dewam dike."