HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Heskîfa Êlihê, Pîrana Amedê û Îdirê de agahî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çalakiya li Heskîfê de 3 leşker birîndar bûne. Di encama çalakiya kontrolkirina rê ya li Îdirê de jî zêdetirê 100 wesayît hatin rawestandin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan û operasyonên li Bakûrê Kurdistanê de agahî da.
LI HESKÎFÊ ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di 9'ê Îlonê de di saet 17.30'an de li ser riya Heskîf û Êlihê di navbera Şkeftiya û Zaxorayê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker giran birîndar bûye, wesayiteke leşkerî jî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê dijmin rê du saetan li çûn û hatinê qedexekiriye û li herêmê operasyonek daye destpêkirin. Operasyona li herêm paş de vekişiyaye.
LI PÎRANÊ ÇALAKÎ
Di daxuyaniyê de der barê çalakiya gerîlayan şevê din li navçeya Pîrana Amedê pêk anîn de jî ev agahî hate dayîn; “Di 10'ê Îlonê de di saet 24.00'an de li navçeya Pîrana Amedê li dijî leşkerên li girê Sîn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
LI ÎDIRÊ KONTROLA RÊ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan li Îdirê de jî got; “Di 10'ê Îlonê de di navbera saet 18.00-20.00'an de li ser riya Tirkiye Azerbaycanê li Îdirê di navbera Gundê Karakoyun û Taşburnuyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li wir 100 wesayit hatine rawestandin û ji gel ê piraniya wan ji Azerî û Farsan pêk dihat di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Herweha tirek ji leşkeran re dixebite û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dike ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatiye rûxandin. Operasyona ji aliyê dijmin ê bi wesayitên zirxî daye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”
LI ŞIRNEX Û DÊRSIMÊ OPERASYON
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku d di 10'ê Îlonê de de li Şirnexê li herêma Gabarê li dijî herêma Sûskê ya bi ser Mişarê ve ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye lidarxistin û got; “Operasyona li herêmê di heman rojê di saet 15.00'an de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye.
Der barê operasyona li Dêrsimê de jî ev agahî hate dayîn; “Di 10'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li navçeya Pulura Dersimê li dijî Deşta Gul bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersayonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê keşf û kemîn vedanê berdewam dike. “